Êrişên ku li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê li ser Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) û li Silêmaniyê li ser Balafirgeha Erbetê pêk hatin li dijî yekîtiya Gelê Kurd pêk hatin û kujer û failên êrişan diyar in. Em van êrişên ku li ber çavê hemû dinyayê li dijî destkeftiyên Kurdan pêk hatin bi tundî nalet dikin. Herwiha em bêdengiya hêzên herêmê û hemû hêzên navnetewî jî şermezar dikin ku li dijî van êrişên pergalî û domdar dengê xwe nakin.
Gelê Kurd bi salan e li dijî hemû polîtîkayên qetlîmanan, êrişan, dek û dolaban li ber xwe dide û ji armanca xwe ya azadî, aştî û wekheviyê paşde venegeriyaye. Gelê Kurd dê li dijî van êrişan jî ji daxwaz û armancên xwe venegere, dê paşde gav neavêje. Gelê me dê li dijî hêzên qirêj û hevkarên wan yekîtiya xwe ya netewî ava bike û bersiva herî xurt bide êrişkarên ji çar aliyan.
Em sersaxiyê li malbata Denîz Cevdet Bulbul ê ku di êrişa li ser KNK’yê de hat qetilkirin dikin. Em sersaxiyê li malbatên pêşmergeyên YNK’yê yên ku ji ber van êrişan hatin qetilkirin dikin. Em sersaxiyê li KNK’yê, li YNK’yê û li Gelê Kurd dikin. Serê Gelê Kurd sax be.
Ev êş êşên hevpar ên gelê me ne. Ji bo ku ev êş bi dawî bibin em bang li gelê xwe dikin ku bibin yek, ji bo yekîtiya netewî her kesek kedekê nîşan bide. Herwiha banga me li wan hêlên siyasî ye ku rê li ber van êrişan vedikin, piştevaniya kujeran dikin. Divê demildest dev ji van sûcan berdin û edaletê pêk bînin.
Ji bo bîranîna cangoriyên xwe em ê heta yekîtiya netewî bênavber xebatên xwe bidomînin û li dijî vê helwesta qetlîamker têkoşîna xwe mezintir bikin.
Çigdem Kiliçgun Ûçar-Îbrahîm Akin
Hevberdevkên Partiya Çepên Kesk
19 Îlon 2023