Encamnameya Konferansa me ya Mezin a Jinan

Encamnameya Konferansa me ya Mezin a Jinan

Danezana Encamnameya Konferansa Mezin a Jinan a Partiya Çepa Kesk

Me Konferansa xwe ya Jinan a Partiya Çepa kesk di 8-9’ê Kewçera 2023’yan de bi sernivîsa “Bi serhildan û rêxistinê em azadiyê diparêzin” pêkanî.

Bi tevlêbûna nêzîkî 400 delegeyên ku ji çar hêlên welat hatibûn me Konferansa xwe ya Jinan li dar xist, bi helwesta ku di meşa azadiya jinan de me hin pêşîkêşên xwe wenda kirine, me li hember bîranîna wan tevan bejna xwe tewand û di kesayeta rêzdar Gültan Kışanak, Figen Yüksekdağ, Sebahat Tuncel û yên ku  em nikarina navên wan gişkan binivîsin, tevayên hevalên xwe yên têkoşînê ku di girtîgehan de rehin in, silav kir.

Di kesayeta Perişan Akçelik û Adalet Safalı ku Faşîzmê ew di rêya girtîgehan de kuşt de têkoşîna tevayên Dayikên Aştiyê bi rêzdarî di dilê xwe de bi cîh kir. Em ê li têkoşîna dayikên Şemiyê, lêgerîna edaletê ya Emine Şenyaşar, berxwedana karkerên jin ên ku ji bo ked û rûmeta xwe li ber xwe didin, dengê jinên ku li xwezaya xwe xwedî dertên, serîhldana tevayê jinên ku li hember tundiya mêr û dewletê bilind dibe xwedî derên û mezin bikin. Me ji bo vê bibiryariya xwe anî ziman.

Di rewşa dinyayê de ku pergala kapîtalîst a mêrserver krîzên; siyasal a giran, aborîtî, jingehî û civakî afirandiye bûye sedema ku desthilatdarên otoriter, rastgir, popûlîst î faşist şerên mezin li hember gelan, jinan û xwezayê li dar bixin. Şerên hegemonya û parvakirinê ji Rojhilata Navîn heta Ukranyayê; ji Afrîkayê heta Asyaya Rojhilat bi berfirehî didome. Li hember vena têkoşîna jinan a azadiyê ji Rojava heta Îranê, Efganîstanê, Sûdanê, dîsa ji Ewrûpayê heta Emerîkaya Latînî berbelav bûye û derfetên jiyana azad a jinan her ku diçe mezin dike.

Îro desthilatdariya ku rûberî me ye, ya neteweperwerkar, nîjadperest, zayendîkar, milîtarîst û faşîst; ji hilbijartina dawiyê û vir ve derfetên dewletê bi tevayî ji bo tûndiya xwe bikartîne û dixwaze bigihîne asta sazîbûnê. Ji aliye dinê bi dek û dolabên cur be cur ku desthilatdarî, serokatî û piraniya parlementoyê bi dest xistiye ve; dixwaze li ser gel û mafan, jinan şerî kûr bike, xwe bihêz bike.

Projeyek bi navê Sedsala Tirkiya avêtiye holê ku ev peyman eşkere ye ku neyarê jinan, neyarê kurdan e.

Em vêna; ji rastiya ku kî li hember vê derbikeve, jinên ku naxwazin serî ji vê re deynin, bi rewşên çeloxwarî bi salan digire, tavêje girtîgehan, bêmaf dihêle, girtiyên nexweş radestî mirinê dike, înfazan dişewitîne, dizanin. Ji polîtîkayên bêcezatiyê ya li ser jinan, nasnameyên zayendî, sûcên zayendîtî, ji efûkirina îstîsmarkarên zarokan ên cur be cur dizanin. Ji çavberdana ku di her fersendê de mafê nefeqeyê, mafên jinan ên ku bi zagona medenî bi destxistine rake, Peymana Stenbolê di şevekê de rakir ku jin li hember mêr û dewletê bi tevayî bê parastin bimînin û li malê girtî bimînin, dizanin. Ji belengaziya ku polîtîkayên aboriyê tên bikaranîn ku herî zêde jin jê bêzar dibin, keda lênerîna wan î ku dest û lingên wan tên girêdan dizanin. Ji polîtîkayên şer û kedxwariyê ku dixwazin siyaseta demokratik a jinan bikin hedef, jiyana me li me bikin zindan dizanin. Lê em tiştekî dinê pir zêde dizanin ku jin radestî van polîtîkayan nebûn û dê qet û qet nebin!.

Şer û bêçareseriya li erdnîgariya me, jiyana me xistiye hewşeke teng, hatiye nixteya ku yekîtiya gelê kurd û mafên wan î demokratîkî ku li ku derê dinyayê be xesp bike û bike armanc.

Desthilatdariya faşist bi van polîtîkayan dixwaze li ser lingan bimîne, bi tecrîda li ser Îmraliyê dixwaze ihtîmala aştiya demokratik ji holê rake.

Tecîda li ser Rêzdar Abdullah Öcalan ku di her fersendê de dibê ji bo çareseriya pirsgirêka kurdan a demokratik û demokratîkbûna Tirkiyayê her û her ez amade me, divê teqez rabe.

Lewra bi kûrbûna tecrîdê rêjîm bêhiqûqiyê li her derê ava dike, rejîma şer ku her berdewam e nirxên bingehîn ên civakê dike armanc. Êrîşa li ser goran, cenazeyên zarokên malbatan ên ku di qutî û çewalan de radestî wan dibin, li, girtîgehan bi girêka kor ku li jinên girtî îşkence dibin, rewşa ku em bi dijminatiyelke çawa rûbirûne radixe ber çavan. Politikaya tecrîdê û şer dixwaze vîna rêxistinî ya kurdan bixeniqîne û gelen Tirkiyayê, jinan û çînên kedkar têxe tora bêkarî, birçîtî xizanî û di encamê de bêçaretî.

Her qurîşa ku şer re tê veqetandin ji xwarin û nanê jinan tê dizîn, jiyana wan parçe dike, wan mişextî dike, ji warê xwe bi dûr dixe, dike ku erzan û bêewlehî, bixebitin, bibin amûra bazirganiya mirovan. Em ê radestî van lêferzkirinan nebin. Weke jin em ê yekîtiya li hemberî tecrîdê û şer, yekîtiya têkoşîna herî berfireh li dar bixin.

Polîtîkayên ku jiyanên me dikin armanc kara aliyê sermayedaran pir zêde dike, enflasyona bilind, bacên her ku zêde dibin, destheqên kêm, xebat û derfetên jiyanê yên kolewarî, di serî de serjimêra ciwan bi milyonan mirovan radestî bêkariyê dike; herî zêde jin civak bi girseyî raberî xizanî û birçîtiyê dîbîn. Keda jinê çi biheq çi bêheq dikeve bandora krîzê ya kûr û şêweyên guherbar. Di şert û mercên krîza aborîtî de yên ku herî zêde faqîr dibin, ji kar pêşî  tên derxistin, barên lênerînê giran dibin, malên debarê li mal hildiberînin, ji şert û mercên tenduristiyê sûdwernagirin, bi pirsgirêka stariyê re rû bi rû dimînin dîsa jin in. Polîtîkayên talanê ku sînor nasnakin, li her derê welêt xwezayê, avê, daristanê bi lezgînî xera dikin û jê vê rewşê herî zêde jin nesîbê xwe distînin. Ji bonî van mafên me yên bingehîn, wek jin em ê dest ji berxwedanê û lêxwedîderketina jiyana xwe, bernedin.

***

Di bin şert û mercên ku têkoşîna me ya wekhevî û azadî bi êrîşên mezin re rû bi rû ye de, me konferansa xwe pêk anî. Ev sê meh in em tax bi tax, gund bi gund geriyan û hatin ba hev; xwestekên jinan, rexne, pêşniyaz, piştgirî û bi xwerexnekirina ku tiştên em tê de biserneketine, danîn holê û me jê hêz girt, em bi vê hêzê hatin cem hev. Xwerexnekirina rastîn em ê bi pratika têkoşîna xwe bidin, li ser vêna bi xwerexnekirina tiştên ku me pêkneanîne, me dest pê kir.

Li hember tevayên êrîşên mêr-dewletê, bi hêza têkoşêriya jinan a pircûre û cerebeyan em ê xwe nû bikin, serhildêriya xwe bar bikin û azadî û rêxistinbûyina xwe mezin bikin; bi vîn û biryardariyê em ê bimeşin, ev soza me ye.

Li hember faşizmê em têkoşîna jinan mezin dikin.

Em jin bi şiara, “li hember faşîzmê berxwedan meşrû ye, maf e” têkoşîna li hember êrîşên mafê jinan ên ku bi destxistine bilind dikin û didomînin.  Dema ku em li hember vê rejîma neyarê jinan li berxwe didin, em ê tevlî kodên sazmendî yê siyaseta ku ew jê nagerin a yên mêr-dewletê nebin, em ê rêya xwe ya sêyemîn a ku wekhevî û azadiya me esas digire, ava bikin.  Em ê bi dînamîkên ku jin bi cihoken cuda têkoşîna xwe dimeşînin re têkoşîna xwe berfirehtir bikin û bidomînin.

Li hember encamên polîtîkayên mêrserweriyê, dijminantiya jinan, oldarî, yekparêzî, alikariya sermayedariyê ku tûndiya mêr-dewletê ya her curêyê, destavêtin û tecawizê û kîn û nefret ali hember LGBTİ+ yan bi pêş dixin, tifaqa jinan û piştgiriyê bihûnin.

Li hember tecrîd û şer, têkoşîna jinan a ku ji herêmî destpê dike û enternasyonalîzmê dike armanc di zêmîneke herî fireh de bi biryari saz bikin.

Li ser hebûna bedena jinên ciwan û vîna wan polîtîkayên şerê taybet ên mîna tiryakî, flort û aajankirin hene, nexasim li hember vanan em ê têkoşîna xwe bi xurtî bidomînin.

Li hember pêkanînên mîna armanckirina pergala me ya hevserokatiyê, xespkirina vîna jinan, berê berê yên ku saziyê jinan digirin, hêzdarên kuştin û tûndiya li hember jinan, yanî li hember pêkanînê qayiman em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin; ji herêmî û li cîhî em ê têmsîliyeta wekhev a jinan saz bikin, dest jê bernedin

Bişaftin, polîtîkayên qirkirina çandê bi pergalî hatiye kûrkirin, em ew jinên ku bûne armanca tîrên tunekirina hişmendiya civakî û dahatûyê û van pêkhateyan; em ê zimanê dayika xwe, çanda xwe, hişmendiya xwe biparêzin, lê xwedî derkevin û bigihînên abadînê, Em dê di vê têkoşînê de bin.

Em ê li hember polîtîkayên ku tevayên xwesipartinên aborîtî dixwazin ji destên me bistînin û bi xizaniyê me terbiye bikin, bi mêr-mêrîtî û malê ve girêbidin, li ber xwe bidin. Em ê nehêlin ku xizanî bibe jin, em ê rê nedin vê, em ê bi jinên ku li malê kedê didin, lê ev ked nayê dîtin re denge wan û yê xwe bilind bikin; em ê bi wan jinên ku li keda xwe, li dara xwe, li ava xwe xwedî derdikevin re berxwedanan mezin bikin.

Wek jinên ku di 25’ê Sermawêz’ande, di 8 Adar’an de qadan dadigirin, girtîgehan vediguherînin qadên berxwedanê, li kolan û meclîsê dengên xwe bilind dikin, her û her li ber xwe bidin.

Têkoşîna xwe ya Hûnandina Jiyana Nû, pircureyî, wekhev û azadîtî bi pêş ve dibin.

Vê dorpêça ku dînamîkên me yên têkoşînê tînin cem hev û ramana wê ji xwe re dikin armanc û her ku diçe har dibin, bi îdeolojîtî, polîtîk û rêxistinî xwe xurt dikin; wek tevgera jinan bi tevayên pêkhateyên xwe re em ê bişikînin.

Em ê kêmaniyên xwe temam bikin, ji kêmasiyên xwe hîn bibin, li paradîgmaya xwe xwedî derkevin, hişmendiya xwe xurt bikin, qelsiyên xwe yê rêxistinî bicebirînin û bi xwenûkirinê bi pêş kev inLi dijî polîtîkayên desthilatdariya AKP û MHP’ê yên binçavkirin, girtin û pêkutiyan ên ku dixwazin jinan li derveyî siyasetê bihêlin, em ê li her derê siyaseta xwe ya jinê bihêz bikin. Em ê li her qadê azadiya jinên dîl biparêzin. Li dijî desthilatdariya mêrane ya ku bandora xwe li hemû qadên têkoşînê dike, em ê bi israr xeta xwe ya azadî û wekheviya jinê biparêzin û xurt bikin. Di serî de xeta me ya temsîliyeta wekhev û hevserokatiyê, xwerêxistinkirina me ya xweser û taybet em ê li hemû xêzên xwe yên mor xwedî derkevin, em ê destûrê nedin, ku rêbazên partî û têkoşîna me bên binpêkirin. Em ê bikin, ku meclîsên me yên jinan sazîbûna xwe pêk bînin û hemû dezgehên partiyê wan nas bikin.

Em ê bivênevêya nêzikahiya xwe ya pirreng a ku cudahiyan wek dewlemendî dibîne, kartêkeriya awayê xebatê yê demokratîk a di hemû saziyên xwe de biparêzin, li cihên ku qels bûbe jî, nû bikin û bi biryardarî avakirinê bidomînin.

Em li her qada jiyanê ne û li her derê xwe bi rêxistin dikin.

Em ê li dijî  ‘li gor pêdiviyên desthilatdariyê bi destê tarîqat û diyanetê veguherandina li rengê olî ya perwerdehiyê û qelskirina wê, yekrengkirina wê û biperekirina wê’, îtiraza xwe bilind bikin. Em ê destûrê nedin, ku zarokên keçîn bi riya dibistanên cuda rastî cudakariyê bên. Ji bo ku perwerdehiya bi zimanê zikmakî pêk bê û xizmetên giştî bi awayekî pirzimanî bên pêşkêşkirin, em ê têkoşîna xwe li her derê bi pêş bixin.

Ji bo ku li vê erdnîgariyê hemû gel, bawerî û jin li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev bikaribin azad bijîn, em ê dev ji laîkiya azadîparêz bernedin.

Di rewşeke ku birînên erdheja mezin a ku demek berê pêk hatibû, hîna nehatine pêçandin û pirsgirêkên stirînê yên herî ji rêzê jî nehatine çareserkirin de, pir zelal e ku ji derveyî vekirina qadên rantê yên nû tu nêzikahiyeke desthilatdariyê tune ye. Em ê piştgiriya xwe ya ji bo jinên ku herî zêde zirar ji bobelatan dibînin, bidomînin û bi hev re birînên erdhej û bobelatan bipêçin.

Li dijî talana xwezayê û curparêziyê em ê têkoşîna xwezaparêziyê bi hemû rêxistinên xwecih û xwezaparêz re bidomînin, em ê qadên xwe yên jiyanê radestî rantxur û talankerên ku ku wan ji rantê re vedikin, nekin.

Li dijî bîrdoziya desthilatdariyê ya saxparêz em ê dest bavêjin pirsgirêkên jinên berasteng, em ê têkoşîna avakirina jiyaneke birûmet û ji bo her kesî bi hev re bidomînin.

Em ê bi israr hewl bidin, ku hemû pirsgirêkên jinên penaber bi awayekî li gor rûmeta mirovan bên çareserkirin. Em ê rê nedin nefret û cudakariya ku li gelên hatine koçberkirin û jinan tên ferzkirin.

Têkoşîna hemû jinên ku me li vir navê wan negotiye lê di hemû qadên jiyanê de jiyana xwe, mafên xwe, nasnameya xwe û rûmeta xwe diparêzin, têkoşîna me ye. Em bi biryar in, ku ji qadên xwecih heta asta cîhanê rengekî hevpar bidin van têkoşînan. Em li her meclîsê, kuçeyê, kargehê, zeviyê, gund, girtîgehê û li her derê ne. Em ên ku li her derê ne, ji bo ku xwe li her derê birêxistin bikin, em ê kêliyeke bi tenê jî ranewestin.

Em rêxistinbûna xwe ya jinê di cih de û bi awayekî xwecih, berfireh dikin.

Em ê meşa xwe ya ji bo awayê siyasetê yê ku siyaseta xwecih dide pêş, têkiliya navbera navend û herêman bi awayekî demokratîk û bibeşidarî datîne û meşa hevxurtkirinê esas digire, bidomînin.

Em ê meclîsên xwe yên jinan ên xwecih bi hişmendiyeke ku;

· taybetiyên xwecih wek bingeh dipejirîne,

· rojeva xwe amade dike û têkoşîna wê hêzdar dike,

. Di nav qadên pirsgigikan de hiyerarşiyê ava nake, li gel  hemû ciherangiya wan, hewl bidin xwe bigihînin hemû jinan,

Piştgiriyê bidin hemû rêxitinên jinan ên xwecih û li ser bingeha wekhevîyê têkiliyan deynin, 

Ava bikin.

Em ê rêxistinbûna xwe ya xweser berfirah bikin û bikin, ku li cihê xwe xurt bibe.

Em li vir in ,li gel hev in.

Em bi hezar caran bûn şahid, ku dîroka me û têkoşîna jinan a îro li hemberî hemû pirsgirêkên jiyanê bi perspektîfeke berfireh û bi afirînerî hêzdarkirina xeta têkoşînê di şert û mercên herî dijwar de her tim dikare rêyeke nû bibîne. Em bibiryar in, ku ji van ezmûnan hîn bibin, vê zanînê wergirin, hemû astengiyên ku faşîzmê derxistine pêşiya me, derbas bikin.

Em ew jin in, ku bi biryardarî dixwazin jiyaneke nû ya ku em ê bikaribin bi awayekî azad û wekhav bijîn, li vê erdnîgariyê ava bikin. Riya me dixwazî bila kin be û dixwazî bila dirêj be, em ê bi hêza ku em ji paradîgmaya xwe, rêxistinbûna xwe û hevgirtina xwe digirin, em ê bi ser bikevin. Em ji xwe bawer in. Em dev ji daxwaza xwe ya serkeftinê bernadin.

Li dijî çeteyên emperyalîzma cîhanê ya vê serdemê; di serî de Rojava, li tevahiya cîhanê têkoşîna jinan bûye hêviya jiyanê ya gelan, kedkaran û hemû derdorên alîgirên azadî û demokrasiyê. Wek jinên ku ev hêvî afirandine, israra me ya têkoşîna hevpar û hevgirtî û hêza me ya berxwedanê dê pergala desthilatdar a mêrane hilweşîne û komara demokratîk ava bike.

Wek jinên ku me di Konferanda Xwe ya Mezin a Jinan a ku qonaxeke girîng a serdama têkoşînê ya nû bû de deng û gotina xwe kirin yek, em dibêjin, ku em bi berpirsiyariyên xwe yên di meşa têkoşîna jinan a hevpar de dizanin, em careke din bi biryardarî dibêjin, ku em ê berpirsiyariyên xwe bê kêmasî bînin cih û têkoşînê bi pêş bixin.

Li dijî vê êrîşkariya ku dest dirêjî hebûna me dike, hewl dide, ku me di hemû qadên jiyanê de tune bike, wek jin em careke din dibêjin, “Em hebûn, em hene, em ê her hebin.”

Em bi hêvî, berxwedêrî û serhildana xwe diqîrîn: ”JIN JIYAN AZADÎ

PAYLAŞ