Êrişa ku li ser KNK’yê hat kirin êrişa li dijî Yekîtiya Netewî ya Kurdan û Destkeftiyên Kurdan e!

Êrişa ku li bajarê Hewlêrê ya Herêma Federal a Kurdistanê li ser KNK’yê hat kirin êrişa li dijî Yekîtiya Netewî ya Kurdan e!

Em êrişa ku îro li dijî KNK’yê hat kirin bi tundî şermezar dikin. Tekane armanca Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) parastin û mezinkirina Yekîtiya Netewî ya Kurdan e. Em sersaxiyê li malbat û hevalên Denîz Cevdet Bulbul dikin ku di vê êrişa hovane de hat qetilkirin. Herwiha wextê ku li Hewlêrê ev êriş pêk dihat li Balafirgeha Erbetê ya li Silêmaniyê jî êrişa SIHA’yê û li Şengalê jî êrişa hewayî hat kirin. 

Mixabin Hewlêr û Silêmanî îro bûye navenda êriş û suîqastan ku li dijî welatparêzên Kurd tên meşandin.

Di van demên dawiyê de hêzên ku dixwazin destkeftiyên Gelê Kurd tune bikin, bi hevkarên xwe re êrişên hevpar pêk tînin û ev êrişên hovane roj bi roj zêdetir dibin.

Bi van êrişan dixwazin ruhê Yekîtiya Netewî ya Kurdan bitewifînin û ji bo vê armanca xwe jî rê û rêbazên herî qirêj bi kar tînin. Êrişa ku li avahiya Kongreya Netewî ya Kurdan (KNK) hat kirin, dewama êrişkirina destkeftiyên Gelê Kurd e.

Gelê Kurd li temamê cîhanê ji bo yekîtiya xwe ya netewî li ber xwe didin û têkoşînê dikin. Ev hêzên ku plansaziya êrişên li dijî Gelê Kurd dikin li dijî Kurdan neyartiyeke dîrokî dimeşînin. Armanca van êrişan hew kes û sazî nîne, di bingeha xwe de xencerkirina Yekîtiya Netewî ya Kurdan e. Hêzên ku piştevaniya van êrişan dikin û rê li ber van êrişan vedikin di dîroka Gelê Kurd de bi şermezarî û bi rûreşî ciyê xwe girtine.

Em ê destûr nedin ku ev êrişên li dijî Gelê Kurd tê meşandin normalîze û asayî bibin. Em ê li dijî bloka şer ya ku bi êrişên li Hewlêr û Silêmaniyê dixwaze kêşeya Kurdan kûrtir bike têkoşîna xwe mezintir bikin û xwedî li destkeftiyên gelê xwe derkevin.

Partiya Çepên Kesk

Lijneya Rêveberiya Navendî

18 Îlon 2023

PAYLAŞ