Daxuyaniya Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya Çepên Kesk
Di 15’ê Cotmeha 2015’an de bi pêşengî û bangawaziya sendîka û rêxistinên saziyên sivîl li Qada Îstasyonê ya Enqereyê ‘Mitînga Ked, Aştî û Demokrasiyê’ dê bihata lidarxistin. Ji çar aliyên Tirkiyeyê bi sedhezaran mirovên aştîxwaz li Qada Îstasyonê civiyabûn. Wexta ku bi hezaran aştîxwaz ber bi qada mîtîngê ve dimeşiyan ji hêla endamên DAÎŞ’ê ve di nav 3 saniyeyan de 2 bombeyên zindî hatin teqandin û ji ber vê komkujiyê 104 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi sedan kes jî birîndar bûn.
Di kêliya komkujiyê de gelek kes dikarîn bi alîkariya pêşîn bihatina rizgarkirin lê belê hêzên ewlehiyê av û gaz reşandin bi ser birîndaran de, li derdorê bi dehan nexweşxane hebûn lê ambulans bi derengî hatin anîn, digel ku bi sedhezaran kes li qada mîtîngê civiyabûn trafîk nehat sekinandin, li vî welatê ku gav û saet kontrola nasnameyan tê kirin li qada mîtîngê cihên lêgerînê hatibûn betalkirin.
Raya giştî ya Tirkiyeyê û malbatên cangoriyan li benda desteserkirina failên rastîn û pêvajoya hewce ya hiqûqî bûn lê belê ev pêk nehat. Di nav van salên çûyî de rastî yekoyeko derketin holê. Mufetîşên Wezareta Karê Hundirîn di raporên xwe de diyar kirin ku li ser komkujiyê agahî hatiye lê kesî guh nedaye. Di qadê de têra xwe hêzên ewlehiyê nehatibûn bicihkirin. Li gor van rastiyan diyar e ku ev komkujî bi awayekî aşkera û bizanebûn pêk hatiye. Jixwe endamên DAÎŞ’ê yên ku dûre hatin girtin kes û saziyên berpirsyar diyar kirin. Lê belê dîsa jî peywirdarek nehat darizandin. Desthilatê her tim xwest dozê di tariyê de bihêle.
Komkujiya Îstasyona Enqereyê di dîroka Tirkiyeyê de yek ji komkujiyên herî mezin ên li sivîlan e. Di ser re 8 sal derbas bûn lê doz hîna jî nehatiye ronîkirin, nehatiye ravekirin bê ka bombeyên zindî ji Sûriyeyê çawa derbasî Tirkiyeyê bûne û heta Enqereyê çawa bê kontrol û bi awayekî rehet hatine. Failên herî giring ên dozê hîn di dozê de nepeyivîbûn ji hêla hêzên ewlehiyê ve bi operasyoneke gumanbar hatin kuştin. Ev yek nîşaneyeke din e ku dixwazin dozê di tariyê de bihêlin. Jixwe Asayîş di serî de derbarê tu rêveberiyê de pêvajoya hiqûqî nehat birêvebirin. Di doza berdewam de kesên ku divê bên darizandin hîna jî nehatine girtin, hemû delîl nehatine komkirin, ji bo delîlên komkirî jî ewlehiya delîlan nehat avakirin.
Em ê plankerên Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Îstasyona Enqereyê û alîgirên wan baş nas dikin. Heta ku failên rastîn û berpirsyarên siyasî bên darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em cangoriyên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzdarî bi bîr tînin. Mîrasa Ked, Aştî û Demokrasiyê ku wan ji me re hiştiye em ê heta dawiyê biparêzin û gavekê jî paşde neavêjin.
Partiya Çepên Kesk
Lijneya Rêveberiya Navendî
10 Cotmeh 2023